Li bajarên Franseyê Marsîlya û Bordeaexê bi daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîng hatin lidarxistin. 

Li Marsîlyayê bi daxwaza azadiya  Ocalan meşek hat lidarxistin. Kurdistanî li Meydana Canabiere civiyan, di mîtînga ‘Ji Ocalan re azadî’ de êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kantona Efrînê de jî şermezar kirin.

Mîtingê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Meclîsa Gel Yakûp Yalçinkaya got, ‘’Em divê tim ji bo Rêber Apo li kuçeyan bin.’’
Li Bordeauxê jî ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hat lidarxistin, her wiha salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê jî hate pîrozkirin. Di mîtîngê de hate gotin Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka azadiyê ya Kurd de werçerxek e û bi Şoreşa Rojava ev werçerx bûye avanî, avakirina jiyana azad wê bidome. 


 MARSÎLYA/BORDEAUX