Ji aliyekî din ve çavkaniyên YPG’ê ragiyandin, hêzên wan li gundê Yazî Bax wesayîtek çeteyên DAIŞ’ê hedef girt û di encamê de wesayît hate ruxandin û çeteyên têde hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên êvarê de li gundê Meerîn a Ezaz di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de pevçûn qewimîn. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 6 çete hatin kuştin û 3 birîndar bûn. Her wiha hêzên YPG’ê li ser riya di navbera Meerîn û Yazî Bax de wesayîtek çeteyên DAIŞ’ê hedef girt û di encamê de wesayît bi temamî hete ruxandin û kesên di wesayîtê de bûn hatin kutşin. Pevçûnên li herêma di navbera gundê Qestel Cindo ya Şera û gundê Meerîn a Ezazê cih bi cih didomin.   

Li Tirbespiyê êrîşa întîxarî

Li herêma Tirbespiyê di encama êrîşa bombeyî ya li dijî noqteyek YPG’ê 6 şervanan jiyana xwe jidest dan. Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin di ecama êrîşa bombeyî ku li dijî noqteyek YPG’ê ya li herêma Tirbespiyê pêk hat de 4 şervanên YPG’ê û 2 endamên Tevgera Çand û Huner a Demokratîk ku di dema heman dema teqînê de li wir bi xebatek çandê di meşandin yê çandî jiyana xwe jidest dan. Çavkaniyan destnîşan kirin ku li ser wesayîtê ala YPG’ê hatibû danîn û dema şervanên YPG’ê wesayitê ferqkirin, gulê lê reşandin, xwestin pêşiya wesayîtê bigrinên, lê ajokar wesayît teqand.

Li Serêkaniyê 24 sivîl revandin

Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî gundê Qetîne yê girêdayî Serêkaniyê û piraniya şêniyên wê Kurdin kirin û 24 ciwanên Kurd revandin û malên welatiyan talan kirin û şewitandin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyên DAIŞ’ê pêr saet di 05.00’an de bi çekên giran êrîşî gundê Qetîne ku 6 kîmlometrî dikeve başûr-rojavayî Serêkaniyê û piraniya şêniyên wê Kurdin kirin. Çavkaniyan diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê 24 ciwanên Kurd ji gund revandin, her wiha malên welatiyan talan kirin û piştre şewitandin. 

EFRÎN/SERÊKANIYÊ/TIRBESPIYÊ