Li Mahûmdiyê û Caber Şerqî di navbera şervanên Odeya Çalakiyan û çeteyên DAIŞ′ de pevçûnên dijwar diqewimin, 7 çete hatin kuştin. Pêvajoya duyam a Hemleya Xezeba Firatê didome. Li Bajaroka Mahmûdiyê û gundê Caber Şerkî di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ′ê de  pevçûnên dijwar diqawimin. Li bajaroka Mehmûdiyê 7 çete hatin kuştin. Li gundê Caber Şerqî jî ji saetên sibehê ve şer didome, lê tu agahiyên zelal derbarê encama şer de nehatin bidestxistin. 


 RAQA