Dewleta Tirk a qirker, li Bakurê Kurdistanê dixwaze di qada siyasî de jî Kurdan li derveyî siyasetê bihêle ango qir bike. Bi vê armancê, polîsên dewleta Tirk a qirker li navçeyên Mêrdînê Qoser, Nisêbîn û Artûkluyê berê sibehê bi ser malan de girtin û gelek kes girtin. Di nava kesên girtî de yên navên wan diyar ev in: Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Mêrdînê Salih Kuday, endamên partiyê Neda Alper û Emel Oran û Seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem hene. Leşkerên Tirk li navçeya Licê ya Amedê jî li du taxan bi ser malan de girt û 4 kes kirin binçavan.
Leşkeran vê spedê bi ser gundê Çemê Elîka û Spênî yê navçeya Licê ya Amedê de girtin û 4 kes girtin. Leşkeran li Gundê Çemê Elika Ferman Nergiz û Harun Oyunlu, li Gundê Spênî yê navçeya Licê jî bavê Hevşaredarê Karazê Rojda Nazlire Adem Nazlıer girtin.
MÊRDÎN/AMED