Ev dêra dîrokî û mezin 3-5 kîlometre dike rojhilatê Mêrdînê. Di sedsala 4’emîn de, di nava çiyayên biçûk de li nava rezên tirî û darên berûyan hatiye avakirin. Bi berhemên dîrokî yên Mezopotamya jorîn de berhemê herî zêde tê nasîne. Herwiha navenda cemaeta Suryaniyên Qedîm e.

 Dîsa her çiqas gelek caran beşên cûda di salên cuda de li ser wê hatine zêdekirin jî dîsa wekî yek perçeyî hatiye avakirin. Ev dêra ku wekî keşîşxaneyê jî dihat bikaranîn, bi reng û ruyê wê, bi motîf û fîgurên li ser kevirên dîwarên wê hatine hûnandin reng û ruh dide dêrê. Tê gotin ku Aramî ku baweriya xwe ji rojê dianîn û sucdeyî rojê dibûn; Berîya Îsa (B.Z.) bi 2 hezar sal berê heta piştî zayinê di her rojhilatê de ayîn pêk danîn û dilsoziya xwe ya li hemberî rojê danîn ziman. Piştî Îsa li vir Keşîşxane hate avakirin û aramiyên vir êdî olê xirîstiyaniyê pejirandin. Mozaîkên ku ji serdema aramiyan maye vê yekê piştrast dike. Ji ber vê yekê tê gotin beriya Îsa, perestgeha rojê bû. Piştre ji aliyê Romayan ve wekî keleh hatiye bikaranîn. Piştî Roma ji herêmê derketin, Azîz Şleymun hestiyên hin ezîzan anî vir veşart û keleh kir keşîşxane. Ji ber vê yekê jêre dibêjin Keşişxaneya Mor Şleymun.Piştî ku Metrepolîtê Kefertuth Aziz Hananyo di sala 793’an de vir restore kir, ev keşîşxane li ser navê wî wekî Keşîşxaneya Mor Hananyo hate binavkirin. Piştî sedsala 15’an ji ber pinçar û gihayê zafaran (safran) li derdorê wê çêbû navê Keşîşxaneya Safran (Dey- rulzafaran) hate gotin.  


OMER ÎKE / MÊRDÎN