Piştî Kongreya Giştî ya Komelaya Nivîskarên Kurd endamên wê yên li Mêrdînê, dest bi xebatên rêxistin û vekirina nûnertiyê ya Mêrdînê kirin. Li ser vê xebatê pêr bi tevlîbûna gelek nivîskar û saziyan Komeleya Nivîskarên Kurd Nûnertiya Mêrdînê hat vekirin.
Wê bibe roniya dîrok, çand û wêjeya Kurdî
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz û endamên rêvebir Eyup Guven, Edîp Polat di axaftina vekirinê de bal kişandin ser şerê niha li Kurdistanê, heyîn û paşeroja wêjeya zimanê Kurdî û got, “her çiqasî ev komeleya girîng li bajarekî wekî Mêrdînê qedîm dereng vebe jî em hêvîdar in ku wê bibe roniya dîrok, çand û wêjeya Kurdî, bi taybetî jî ji bo herêma Mêrdînê” .
Di dawiyê de Parlementera HDP´ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî li ser girîngiya vekirina Komeleya Nivîskarên Kurd Nûnertiya Mêrdînê peyivî û bal kişand ser şerê li dijî gelê Kurd. Gelek nivîskar, siyasetmedar û saziyên tevlî merasîmê bûn, hin peyamên nivîskar û weşanxaneyên tevlî nebûyîn jî hatin xwendin.
Piştî axaftinan, kurdeleya vekirinê ji aliyê Yildirim, Dilsoz, Guven û Polat ve hate birîn. Bernameya vekirinê bi stranên hûnermend Mem Ararat, Welat Veda û Mudî Strançêk bi dawî bû.
MÊRDÎN