Abdurrahman Duran 76 salî ye û ji 7 saliya xwe ve kevokan xwedî dike. Duran dixwaze tevî xanî, zêr û zîvên Mêrdînê, kevokên wê jî bên nasîn ku ew ji wan re dibêje ‘zarokên asîmanan’

Kevokên ku li hewa teqlan diavêjin, ‘zarokên asîmanan’ ên Mêrdînê ne. Dema ku roj diçe ava, li ser xaniyên Mêrdînê xuya dikin; ewilî êm dixwin, piştre jî difirin û dest bi teqle avêtinê dikin. Li nîvê xaniyên ji kevir ên Mêrdînê, cihên kevokan hene. Abdurrahman Duran ku ji 7 saliya xwe ve kevokan xwedî dike, dibêje ku kevokên bavê wî jî hebûn û xwedîkirina kevokan ji bo wî tiştekî taybet e. Duran destnîşan kir ku kevok gelekî li Mêrdînê tên û ji kêmbûna hejmara mirovên ku kevokan xwedî dikin, gazinan dike. Duran diyar kir ku xwedîkirina kevokan wextekê karekî esîl bûye û anî ziman ku ew xwedîkirina kevokan di heman demê de wek terapiyekê dibîne.

Duran ragihand ku rojê herî kêm pênc saetan antremanê bi kevokên xwe re dike û wiha peyivî: “Li sûka kevn wan xwedî dikim. Kevokên teqleyan diavêjin li Mêrdînê pirr in. Li Rihayê jî ‘kevokên postebar’ navdar in. Ez her roj wan dişom, êm didime wan û dema ku wan difirînim, li avêtina teqleyên wan temaşe dikim, ne derd ne jî nexweşiyek bi min re dimîne.”

Duran bi navên wan bang li hemû kevokên xwe dike û bi tebîeta hemûyan baş dizane. Dema kevokên wî li asîmanan tev li kevokên hinekên din dibin, yekser wan nas dike. Wek zarokên xwe li wan dinêre. Duran anî ziman ku dijminên herî mezin ên kevokan, teyrên baz in û gazinan dike ku ji vê yekê re çare nehatiye dîtin û wiha domand: “Dema teyrê baz êrîşî wan dike, yên nemirin jî difirin û ji tirsan careke din nayên. Em naxwazin wan bikujin, lê em nikarin çareyekê jî ji vê yekê re bibînin.”


Kedîkirineke bi sebr 

Duran diyar kir ku kevok hêj dema çêlik in tên perwerdekirin û wiha pê de çû: “Kevok dema çêlîk in baskên wan mehê carekê bi hev ve tên girêdan. Bi vî rengî li ser ban dimîne û ji wir li derdorê temaşe dike da ku nas bike. Êm û ava xwe pê bişo tê dayîn. Dema ku hîn dibe, tê berdan. Ewilî nafire, dimeşe û hînî derdorê dibe. Piştre hêdî hêdî dest bi firrînê dike. Divê hewa ne ewr be, ji bo ku rêya xwe nas bike. Kevok dema li ser hev teqleyan diavêje carinan rêya xwe şaş dikin. Vê carê dîtina wan zehmet e. Divê mirov timî wan bişopîne.” 


 MÊRDÎN