Li Edeneyê 20 zarok serbest hatin berdan
Li taxên Daglioglu, Gulbahçe, Barbaros, Ova, Onur û Uçakê yên Seyhana Edeneyê jî polîsan di serdegirtina malan de 25 zarok binçavkiribûn. Ji 25 kesên jê 20 zarok, ku hatibûn binçavkirin jê 20 zarok sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriye pişti li îfadeya 20 zarokan guhdar kir, ew serbest berdan. Li bendê ye ku 5 kesên din jî sibê sewqî dozgeriyê bên kirin
Li Osmaniyê pevçûn: Leşkerek mir
Di navbera leşkerên ku li Zozanê Zorkunê ya bajarê Osmaniyeyê derketibûn operasyonê û endamên PKK'ê de pevçûn derket. Di pevçûnêde leşkerek mir û leşkerê bi navê Ramazan Koçu jî birîndar bû. Piştî pevçûnê, gelek leşker sewqî herêmê hate kirin.
Li Colemêrgê teqîn
Li gorî agahiyan, Cigîrê Waliyê Colemêrgê Edîp Çakici yê ku peywîra Qeymeqamê Çelê jî dike, dema diçû navçeyê di rê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de mirî an jî birîndar çê nebû. Li cihê bûyerê çaleke mezin vebû. Piştî teqîne gelek leşker sewqî herêmê hatin kirin.
DÎHA