Ji nava komên ku navê “Mertala Firatê” li xwe dikin û girêdayî Artêşa Tirk in, 250 kes veqetiyan û tevlî QSD’ê bûn.

Ev kesên ku veqetiyane, bi Meclîsa Eskerî ya Minbicê re kordîne kirî, kom bi kom ji nava çeteyan veqetiyan û tevlî nav refên QSD’ê bûn. Koma yekemîn di Mijdara 2017’an de xwe ji çeteyan xelas kir û veqetiya.

Kesên veqetiyane dan xuyakirin ku danûstandina serçeteyên “Mertala Firatê” û Artêşa Tirk bi wan re pirr xerab bû û gotin, “Îdîayên Artêşa Tirk û çeteyan ên ji bo rizgarkirina herêmê ji rastiyê dûr in. Armanca wan a sereke ew e ku Tirkiye herêmê dagir bike da serdema Împeratoriya Osmanî vegerîne.”


Li talan û diziyê û hemanekê ne

Van kesan da zanîn ku hemû komên ser bi Tirkiyeyê, diziya welatiyên sivîl û koçberan dikin; nexasim jî bi tohmeta, endametiya DAIŞ´ê yan jî rejîmê, mal, milk û maşîneyên welatiyan tên talankirin. Li gorî wan, armanca çeteyan dolar in, û ji ber vê yekê roj bi roj di navbera çeteyan de jî nakokî zêde dibin.


Banga tevlî nav refên QSD´ê bibin

Van kesên ji çeteyan veqetiyayî got, ji Dêra Zorê zêdetirî 300 kes di nava komên “Mertala Firatê” de hatin kuştin, niha jî ev komên çete li dijî koçberên ji Dêra Zorê derdikevin û dixwazin wan ji herêmê derxînin.

Van kesan bang li ciwanên herêmê kir da ku ji nava çeteyên “Mertala Firatê” veqetin û tevlî nav QSD´ê bibin da ku herêmê ji dagirkeriya Osmanî ya nû rizgar bikin. 


MINBIC