Di dîroka Kurdan de dengbêjî peywirekî gelek girîng girt ser milê xwe û di çanda Kurdan de bûye sembolek. Ev sembola ku li Kurdîsatanê şîn bû bi koçberiye re xwe li metrobelê Tirkiye jî dide jiyandin. Li Stenbolê ji bo kevneşopiya denbêjiyê bidin jiyandin Komeleya Kul-Der hat avakirin. Li komeleyê mehê carekê diwana denbêjiyê tê avakirin û çanda denbêjiyê tê jiyandin. Endamê Kul Der’ê Mehmet Abay (50) derbarê xebatên komeleyê û dengbêjiyê de agahî dan.

Abay diyar kir ku ev nezî se salin komeleya xwe vekirinê ev 4 mehîn diwana dengbêjiye avadikin û wiha got: “Ji bo çanda me tune nebê me dest bi xebatekî bi vî rengî kir. Ev çend mehin me dest xebata xwe kiriye lê em ê vê heta ji deste me were bidin meşandin û jiyandin.” Abay anî ziman ku dengbêjî bi sere xwe dewlemendiyeke mezin e û wiha axivî: “Gelek dengbêjên me li metropalan hene lê ev hedî hedî winda dibin. Ji ber vê yêkê jî em xwest wan dengbêjên ku nayen naskirin derbixin pêşberî gel.” Abay da zanîn ku ew e çanda Kurdan ya dengbêjiye bi dengekî Kurdewar derbixin pêş. Abay bilêv kir ku dengbêj di klamên xwe de eş, dert, dîrok, serbihatiye xwe û hwd. gelek tiştan vedibêjin û wiha pê de çû: “Em dixwazin çanda Kurda derxin pêşberî gelê Mezopotamya yê ku koçberî metropolên tirkan bûne.”

‘Ji çar parçeye Kurdîstanê dengbêj hene’

Abay destnîşan kir ku dengbêjî di nava Kurdan de parçeyekî xwe vegotinê ye û wiha axaftina xwe anî ziman: “Berî niha me carekî diwana dengbêjiye avakir. Lê êdî em dê mehê carekê diwana denbêjiyê ava bikin. Ji ber ve jî em piştgiriya hevalên xwe ye dengbejan dixwazin. Dengbejî bi sere xwe dibîstan û zaningehe. Dengbêjan çewsandin û komkujiyên li ser Kurdan bi klamê xwe heta îro vegotin.”
Abay anî ziman ku dengbêje ku tên komelayan wan û tevlî diwana dengbêjiye dibin ji çar parçeye Kurdîstanê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cîhan tevahî i ser parçekirina Kurdan tekoşiyanê. Ji ber ve jî ji her çar parçeye Kurdîstanê welatiye ku koçber bûne hene. Dengbêje ku di nav diwanê de cih digiri ji Rojava bigrin heta Mêrdînê, Elîhê, Serhatê û ji gelek cihên din hene.” 


DÎHA/STENBOL