
Li Mexmûrê Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay bi awayekî fermî dest bi perwerdeyê kir. Endamê Akademiyê Şahîn Tekîn diyar kir ku wê li akademiyê xebatek berfireh bidin meşandin û armanca wan sazkirina civak û kesayeta azad e.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) ku li hemû dibistanan perwerdeya Kurdî tê dayîn gaveke nû hate avêtin. Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay ku di 4´ê Nîsana 2012´an de hatibû vekirin dest bi perwerdeyê kir. Di dewreya yekemîn de wê 30 xwendekar perwerdeyê bibînin.
Berî dewreya perwerdeyê dest pê bike, li akademiyê merasîmek hat lidarxistin. Endamê Akademiyê Şahîn Tekîn axaftina destpêkê kir. Tekîn bal kişand ser girîngiya perwerdehiya xweser û diyar kir ku ji bo sazkirina jiyaneke azad û demokratîk wezîfeya herî zêde dikeve ser milê ciwanan.
Şahîn Tekîn derbarê xebatên Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay de jî wiha axivî: “Weke wargeh pêwîstiya me bi akademiyek bi vî rengî hebû. Lewma em vê yekê weke gaveke pir girîng û erênî dibînin û digirin dest. Asta perwerdeya li wargehê heya dibistana amadeyî diçe. Asta lêkolîna li ser ziman, çand û xebatên entelektuel jî divê hebin. Dîsa xwendekarên me yên zanîngehê ku piştî qedandina dibistanê şûnde vala dimînin û tu karî nakin. Akademî dikare di her alî de ji van xwendekarên me re bibe alîkar û ji bo dahatûya wan derfetên baş biafirîne. Dikare bi lêhûrbûn û perwerdeyeke baş; hîn zêdetir xebateke ku bikeve xizmeta gel bidin meşandin.”
Xebatên pir alî
Endamê Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay Şahîn Tekîn, li ser proje û xebatên xwe yên dema pêş jî rawestiya û diyar kir ku ew di serî de girîngiyê didin perwerdeya civakê û got, "Di aliyê huqûqî, ziman, çand, tenduristî û hwd. xebat û lêkolînin me wê çêbibin û xwe li gorî vê birêxistin bikin.” Tekîn bi taybet li ser girîngiya pêşxistina ziman sekinî û wiha axivî: “Bi taybet ji bo pêşxistina zimanê Kurdî wê xebatên me yên girîng bên meşandin û ji bo vê ji vir şûnde xebatek taybet wê were birêvebirin. Di aliyê rêziman û wêjeyê de wê komîsyon bên rêxistinkirin. Ew komîsyon vê di asteke jor de rêziman û wêjeya Kurdî lêkolîn bikin û xebatan bidin meşandin. Dîsa ji bo pêşxistina asta perwerdeyê di wargehê de xebatek berfireh wê bê birêvebirin. Armanca me ew e ku em zimanê xwe hîn zêde pêş bixin û li gorî vê jî zarokên xwe perwerde bikin.”
Wêjeya Kurdî pir girîng e
Tekîn, li ser xebatên wêjeyî jî rawestiya û diyar kir ku ji bo di vî warî de jî xebat bimeşînin amadekariyên wan hene. Tekîn anî ziman ku ew girîngiyeke mezin didin wêjeya kurdî û ew dixwazin aliyên ku lewaz mane pêş bixin. Tekîn anî ziman ku di bin banê akademiyê de wê li ser wergerê jî bisekin û hin pirtûkan wergerînin zimanê Kurdî.
Armanc civaka azad e
Tekîn ji bo pîvan şêweya perwerdeya akademiyê jî weha axivî: “Zanîngehên pergalê, yên dewletê nahêlin ku ciwan li gorî fikreke azad xwe pêş bixin. Ji bo wê jî mirov nikare ji perwerdeya pergalê pir bi hêvî be. Berovajî vê divê em xwe bi fikir û ramanek azad perwerde bikin da ku karibin ji civakek azad re pêşengiyê bikin. Jixwe armanca perwerdeya pergal û dewletê avakirina kadroyên pergalê, mirovên stûxwar û kesayetên ku bi her tiştên xwe, xwe teslîmî pergalê bikin avakirin e. Berovajî vê em dixwazin kesayetên azad pêş bixin û xwe ji zîhniyeta heyî ya pergalê rizgar bikin.”
Li akademiyê xebatên jinê
Şahîn Tekîn bal kişand ser girîngiya xebatên jin ên di nav akademiyê de û diyar kir ku pirsgirêka jinê pirsgirêka zîhniyetê ye. Tekîn anî ziman ku jin tenê bi ramanek nû ya civakek polîtîk a exlaqî û li ser hîmên bingehîn ên civakek azad rabe, wê bikare xwe ji zîhniyeta desthilatdar a pênc hezar salî rizgar bike. Tekîn weha axivî: "Jixwe endamên me yên jin hene û ji bo ku di bin banê Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay de xebatên xwe yên xweser bi rê ve bibin, wê xwe birêxistin bikin. Bi taybet wê li ser pirsgirêk û rewşa jinê lêkolînên wan çêbibin. Helbet wê tevahiya Akademiyê bi vê mijarê eleqedar bibe, lê belê hevalên me yên jin wê xebatên xwe yên xweser jî bi rêkûpêk bikin.”
Tekîn, di dawiya axaftina xwe de di serî de keç û xortên ciwan, bang li her kesî kir ku ji bo sazkirina civakek demokratîk û azad hîn zêdetir bikevin nav hewldanan û xwe pêş bixin.
DÎHA/MEXMÛR