Dibistanên Sereteyayî yên Şehîd Mîzgin, Şehîd Çîçek, Şehîd Kamûran û Şehîd Nûjîn ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di bin banê Weqfa Jinên Mexmûrê de tên rêvebirin ketin betlaneya salê ya perwerdeyê. Di dibistanên Seretayî de zarok di salê de 2 serdeman diçin dibistanê. Di serdema yekemîn de waneyên civak, jiyan, muzîk û lîstikan fêr dibin. Di serdema duyemîn de jî dîsa waneyên serdema yekemîn berdewam dikin û her wiha alfabeya Kurdî jî fêr dibin.
Li çar dibistanên dayikê jî bi munasebeta betlaneya salê merasîm hatin organîzekirin. Di merasîman de li aliyekî coş li aliyekî jî xemgîniyek hebû ku xwendekarên biçûk nedixwestin ji mamosteyên xwe qut bibin. Di merasîman de malbatên xwendekarên biçûk jî amade bûn. Mamosteyên ku di merasîman de axifîn bal kişandin ser perwerdekirina zarokan a bi zimanê dayikê û fêrbûna çandê. Piştî axaftinan ji aliyê xwendekaran ve stran hatin gotin û skeç hatin lîstin.
Dema zarokan stran û lîstikên xwe qedandin ji destên mamosteyên xwe karneyên xwe wergirtin.
MEXMÛR