Zafer, Cûdî û Yakup Dellayimilan (Harûn Bêtirs) 4’ê kanûna 2009’an de dema jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan ji aliyê leşkeran ve rastî muameleyên dij mirovatiyê tên ku cenazeyên her du HPG’î bi erdê ve hatibûn kaşkirin. Piştî dîmenên wê hovîtiyê di çapemeniya Kurd de hatin weşandin ji aliyê gelê Kurd ve rastî bertek û nerazîbûnên mezin hatibû.
Di bîranîna ji bo Cûdî hat lidarxistin de Gerîlayê Saziya Malbatên Şehîdan Cemal Cîzre ku axaftinek kir.
Piştî Cemal Cîzre Mamosteyê Zafer Cûdî Kendal Kara axifî, Kara got, "Zafer di dema dibistanê de jî bi kesayeta xwe ya kamil û gihiştî, bi jîrtî û jiyana xwe mînakek bû. Zafer temsîliyeta dahatûya ciwanên Kurd dikir."  Birayê Zafer, Remzî Gulaç jî dest nîşan kir wan soz dane Zafer ku her dem wî bi bîr bînin. Piştî axaftinan girseya ku beşdarî bîranînê bibû sînevîzyona ku der barê jiyana Zafer de hatibû amadekirin temaşe kirin. Bîranîn, bi dirûşmayên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. 

MEXMÛR