Li Mexmûrê civîna ziman

Haberleri —

Li gel mamosteyên wargehê, Endamên Komîsyona Ziman a KNK'ê, Enstîtuya Kurdî ya Berlînê, komek mamostayên ji Rojava, Endamê KNK'ê Rojan Hazim, Dr. Kamûran Berwarî û Mîrhem Yîgît jî amade bûn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem civîna ziman û perwerdeyê li Lokala Mamosteyan bi rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay a Ziman û Perwerdeyê Xebat Andok ve hat kirin. Andok, li ser girîngiya ziman û perwerdeyê axivî û diyar kir ku, ziman hîmeke rewanî yê çandê ye û mirov hestên xwe, hizrên xwe û pêdiviyên xwe bi ziman dest nîşan dikin. Xebat Andok wiha berdewam kir: "Bikaranina ziman di pêşketina civakan de roleke girîng dilîze. Ziman weke pêwîstiyeke civakê derketiye holê. Ger mirov ziman weke dîrokeke zindî, dîrokek ku dijî bide nasîn, tê wateya nirxa civakî ya ku nirx diafirîne û dide jiyandin. Civakek bi hêzbûn û bi bêhêzbûna xwe di hizir û ziman de dijî. Gel an jî neteweyek bi qasî ku zimanê xwe biparêze û pêş bixe dikare hebûna xwe misoger bike û bidomîne. Mirovê ku fêrî zimanê xwe bûye, nivîsandin jî keşf kiriye. Her gelek bi zimanê xwe tê nasîn. Ziman, pireke di navbera dema borî û îro de ye."

Wê sê rojan bidome

Xebat Andok axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi saya perwerdeyê hemwelatî dikarin bi civakê re hevsengiyê çêbikin. Perwerde di malbatê de dest pê dike. Bi dibistanan û pêvajoya jiyanê re berdewam dike. Bi gotineke din her tim pêwîstiya mirovan bi perwerde, fêrbûn, guhertin û veguherinê heye û dest jê nayê berdan. Pêwîstiya perwerdeyê ji dergûşê heya gorê didome. Perwerde, stûna bingehîn a hemû civakan e. Dahatû an jî pêşeroja her gelî bi hêza zanist û mirovên pêşketî diyar dibe. Ger ev hêza mirov a heyî ji bo civakê rast were bikaranin, wê civakek pêşketî û kesayetên ku karibin li hember hemû cureyên paşverûtiyên civakê têbikoşin derkevin holê."
Piştî axaftina Xebat Andok, endamên KNK'ê, derbarê rewşa zimanê Kurdî û perwerdeyê de axivîn û bal kişandin ser girîngîdayîn û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê ziman û perwerdeyê de.
Piştî wê ji bo birêvebirina civînê komîsyon hat hilbijartin û xalên sereke yên rojeva civinê hatin destnîşankirin. Di civînê de rewşa siyasî ya dawî, sîstema perwerde û jiyanê, pirtûkên tên amadekirin, pirsgirêkên rêzimanî, nirxandinên li ser gramera Kurdî, mufredata perwerdeyê û plansazî weke mijarên sereke hatin diyarkirin. Civîn wê sê rojan berdewam bike. 

DÎHA/MEXMÛR


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.