Dibistana dayikê li Mexmûrê her sal di meha gulanê de dikevin betlaneyê û ku meha cotmehê jî bi awayekî fermî dest bi perwerdeya xwe dikin îsal jî dest pê kirin.
Dayikan destên zarokên xwe girtin û anîn dibistanê. Di heman demê de wan bi mamosteyên wan re dan nasîn û zarokên xwe radestî mamosteyên wan kirin. Zarokan bi kêfxweşiyek mezin berê xwe dan parka lîstikê û bi hev re lîstin. Hin zarok şermokbûn lê ew jî tevli lîstika zarokan bûn. Zaroka bi navê Viyan Guler wiha digot: „Ez hatime fêrî xwendinê bibim û bilîzim“.
Mamoste zarok xistin pergala ketina dibistanê û yek bi yek navên wan xwend û ew derbasî dibastanê kirin. Mamoste yek bi yek navên zarokan pirsî û hevalên wan ji bi wan dan nasîn.
Roja destpêkê dayik jî li dibistanan ligel zarokên xwe man.
MEXMÛR - DÎHA