Dibistanên wargeha penabaran a Mexmûrê yên Dayîkê, Seretayî, Navîn, Amadeyî doh bi xwendina sîroda Eyreqîp merasîmên fermî dest pê kirin. Xwendekarên penabar bi coşekî mezin qerneyên xwe ji mamostên xwe girtin. Di merasîmên li dibistanan de hatine li darxistin de xwendekarên pileya baş girtine û bûne yekemînên refên xwe û dibistanan di merasîmê de xelatên wan ji aliyê mamosteyên wan ve hatin dayîn. Di merasîman de hemû sazî û dezgehên wargehê cihê xwe tê da girtin. 

Ji rêvebirên Dibistana seretayî Mamoste Mele Yasîn axivî û balkişand liser girîngî û pîrozweriya zimanê Kurdî û zimanê dayîkê.

MEXMÛR