1'emîn Konferansa Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di navbera 2 û 3' yê Çile de bi beşdariya 154 delege, rêveber û endamên sazî û dezgehên wargehê pêk hat. Pêşî dîwana konferansê hat hilbijartin.
Paşê Endama Rêveberiya Wargehê Rozerîn Yildiz, axaftina vekirinê ya konferansê kir. Yildiz di civakê de girîngiya xebatên tendûristiyê destnîşan kir û bal kişand ser van xalan: "Yek ji lingên esasî yê modernîteya demokratîk jî tenduristiya civak û mirovan e. Em vê qadê weke qada alternatîf a li dijî pergala modernîteya kapîtalîst dibînin, li gorî vê xwe birêxistin dikin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem em cara yekemîn gaveke bi vî rengî diavêjin û xwe di warê tenduristiyê de xwe birêxistin dikin. Lewma ev gaveke pir girîng û pêwîst e." Rozerîn Yildiz, di berdewama axaftinên xwe de diyarkir ku divê di qada tenduristiyê de ne li ser berjewendiyên şexsî, berovajî vê divê li gorî pîvanên pergala modernîteya kapîtalîst nêzî mirovan bibin û li ser esasê zîhniyeta civaka exlaqî û polîtîk, li gorî pîvanên modernîteya demokratîk nêzîkatiya xwe ya ji mirovan re nîşan bidin. Yildiz bi gotina: "Ne bi nêzîkatiyeke maddiyatê, pêwîst e, bi hêza manewî em xwe ji nû ve birêxistin bikin" dawî li axaftinên xwe anîn.

Di konferansê de pirsgirêkên tendûristiyê yên li wargehê û xebatên divê di demên pêş de werin kirin bi berfirehî hatin guftugokirin. Delegeyan bal kişandin şer û mercên wargehê û ji bo xebatên û xizmetên tendûristiyê jî pêşniyarên xwe anîn ziman.  Konferans bi siloganên "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd Namirin" bidawî bû.

DÎHA/MEXMÛR