5'emin Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan îro dane êvarî li Qada TEV-ÇAND a wargehê bi beşdariya bi hezaran niştecihên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi şîara "Rêbertiyek azad, Kurdistanek û jiyanek azad" ku bi coş hat destpêkirin û di heman demê de ji bo Tevgera Jin roja ku Fermandara Gerîla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) jiyana xwe ji dest daye wek roja destpêkirina "artêşbûna jin" jî tê îfade dikirin soza azadkirina Rêberê Gelê Kurd bilindkirina têkoşîn jin hat dayîn. Her wiha grevên birçîbûnê yên zîndanan hat silavkirin.
Axaftina vekirinê ya ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Rozerîn Yildiz hat kirin û bavê fermandara gerîlla Bêrîtan ku bi telefonê beşdarî mîhrîcanê bû û peyama wî coş û hestên niştecihên wargehê bilind kir. Yildiz di axaftina vekirinê de cejna gelê wargehê pîroz kir û wiha got: "Em bi ruhê Pêngava Çaremîn a Şerê Gel ê Şoreşgerî Rêber Apo silav dikin, tevayî şehîdên xwe bi bîr tînin û berxwedêrên zîndanan silav dikin. Roja şehadeta Hevala Bêrîtan ji bo me di heman demê de destpêka avakirina artêşbûna jin e. Em ê bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî azadiya xwe bi dest bixin. Careke din bi hêvî û daxwazên Rêbertiyek azad, Kurdistanek azad û jiyanek azad 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan li we pîroz dikin."
‘Ez bavê hemû şehîdanim’
Piştî axaftina Rozerîn Yildiz bavê Fermandara Gerîlla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku mîhrîcan ji bo dilsoziya bi bîranîna wê her du salan carekê li wargehê tê lidarxistin bi telefonê beşdarî mîhrîcanê bû. Bavê Bêrîtan ku destpêkê gelê wargehê silav kir axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez ne tenê bavê Şehîd Bêrîtan im, ez bavê tevayî şehîdan im."
Piştî axaftinan, peyama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) hat xwendin û wiha hate gotin: "Bêrîtan, çîroka berxwedanê ya gelekî tiyê azadiyê ye! Bêrîtan, gelekî ku bi berxwedanê azad dibe ye! Bêrîtan, hûn in."
Di peyama KJB'ê de di dawiyê de ku bangawazî ji bo jinan tê kirin wiha bi dawî dibe: Jina Kurd bû Bêrîtan, bû Zîlan, bû Jiyan zincîrên hezar salan şikand û bû pêşengê gelê xwe. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di pêşengiya jina Kurd de veguherî merheleya şoreşê. Jina Kurd îro li çiyayan, li zîndanan û li qadan hêza pêşeng a şerê gel ê şoreşgerî ye. Jina Kurd pêwîst e vê pêşengiya xwe hîn zêdetir bilind bike, radîkal bike û şoreşa azadiyê pêk bîne. Pêwîst e, jina Kurd Rêberê xwe azad bike, di avakirina sîstema demokratîk û azad de bibe hêza bingehîn."
Piştî peyama KJB'ê koma şano lîstika ji bo bîranîna fermandara gerîlla Bêrîtan amade kiribû pêşkêş kir û sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtan hate pêşkêşkirin. Ji bo 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan ji her çar parçeyên Kurdistan û Ewrûpayê hunermend û kom ji bo mîhrîcanê ku hatine wargehê, Hunermend Ozlem Baglayan, Koma Ejîn a Kerkûk, Xelîl Xemgîn, Koma Solîn a Wargehê û Farqîn derketin pêşberî gel. Her wiha ku gelek hunermend û komên din jî hatine mîhrîcanê wê huner û berhemên xwe pêşkêş bikin.
ANF/MEXMÛR