
Di pêşbirkê de du kom, di du beşan de bi hev re ketin pêşbaziyê. Di beşa yekemîn a pêşbirkê de her du komên beşdarî pêşbirkê bûn, mijarên xwe yên ku bi xwe diyar kiribûn şîrove kirin. Di pêşbirkê de Koma Jimarî mijara xwe ya çand, exlaq, bawerî û hwd. nirxand. Piştî Koma Jimarî nirxandinên xwe xelas kir, Koma Wêjeyê pirsên xwe ji Koma Jimarî kir. Paşê Koma Wêjeyê mafê şiroveyê wergirt.
Di pêşbirkê de Koma Wejeyê bi 194 puanan bû yekemîn. Koma Jimarî bi 166 puanan bû duyemîn. Di dawiya pêşbirkê de kom hatin xelatkirin. Xelatên Koma Yekemîn a Wêjeyê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Yusuf Kara ve hatin dayîn. Xelatên Koma Duyemîn a Jimarî jî ji aliyê Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay Nurhak Serhed ve hat dayîn.
DÎHA/MEXMÛR
Ji bo bîranîna Roboskiyê turnuva
Li Mexmûrê ji bo bîranîna 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, turnuvaya futbolê hate lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ji aliyê Komalên Ciwan a Wargehê ve ji bo bîranîna şehîdên Roboskiyê bi beşdariya 17 tîmên futbolê turnuvayeke futbolê hat lidarxistin. Di derbarê Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskî de Endamê Komîteya Werzîşê ya Komalên Ciwan Rêber Îke agahî da. Îke got, “Piştî Konferansa Komalên Ciwan a Wargeha Şehîd Rûstem me plansaziyeke xwe çêkir. Ev turnuva jî yek ji biryarên Komîteya Werzîşê bû ku li Salvegera Komkujiya Roboskî rast hat û me ev turnuva bi navê Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskiyê da destpêkirin.” Rêber Îke di heman demê de dest nîşan kir ku, armanca wan ew e ku rêxistinkirina ciwanan ne li gorî pergala modernîteya kapîtalîst, li gorî pergala xweseriya demokratîk pêş bixin. Îke, di vê mijarê de jî got, “Bi awayekî komunal rêxistinkirina ciwanan hem ji bo pêşketina ciwanan û hem jî ji bo civakê em girîng dibînin.”
Di Turnuvayê de tîmê Şehîd Bêrîtan bû tîmê yekemîn ê turnuvayê û tîmê Şehîd Şervan jî bû duyemîn. Ji tîmê Şehîd Bêrîtan Sadik Kara dest nîşan kir ku di turnuvayeke wiha de cih girtin ji bo wan pir bi wate ye.
Ji tîma Şehîd Şervan jî Keleş Kara diyar kir ku ji bo bîranîna qurbaniyên Roboskî û jibîrnekirina vê komkujiyê vê xebatê girtîng dibînin û got “Wek ciwanên wargehê em ê tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin.”
Xelatên tîmên yekemîn û duyemîn bi merasîmeke li Komalên Ciwan ya Wargehê hatin dayîn.
Piştî belavkirina xelatan Koma Açelya ji beşdarên merasîmê re stran gotin.
DÎHA/MEXMÛR