Li Kurdistan û Tirkiyê çalakî
Pêkhateyên DOKH’ê yên Amedê bi armanca protesto kirina komkujiya Parîsê di çerçeveya çalekiyên ku li darxistin de nîşandana sînevisyonê pêk anîn. Di çalekiya bîranînê a ku li Mala Taxa Tokî a Uç Kuyular a Navçeya Yenîşehirê pêk anîn de hejmarekî zêde a jinan tevlî bûn. Salona ku bîranîn lê hate pêk anîn wêneyên Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li gel alên PKK’ê hatin daliqandin. Piştî deqeyekê rêzgirtinê şûnde di axaftinên hatin kirin de komkujî hatin şermezar kirin û diyar kirin ku wê boyerê bişopînin. Piştî axaftinan jî sînevîsyon hate temaşe kirin.
Li navçeya Rihayê Serê Kaniyê li pêş avahiya BDP’ê a navçê daxuyaniya çapemeniyê hate pêk anîn. Di daxuyaniya ku Meclisa Jinên BDP’ê yên Serê Kaniyê dan de hejmarekî zêde a jinan, rêveberên BDP’ê yên navçeyê, Serokê navçeya Serê Kaniyê Îsmaîl Arslan, endamên meclisa şaredarî û giştî navçê beşdar bûn. Endama Meclisa BDP’ê a jinan Adile Deniz Sûrer got, qetil kirina 3 jinên şoreşger yên Kurd êrişekî li hemberî misogerbûna azadiya jinê ye.”
Li navçeya Wanê Payîzava daxuyaniyekî çapemeniyê hat pêk anîn. Daxuyaniya ku rêveberên BDP’ê û girseyekî zêde beşdar bibûn, namzeta BDP’ê a Hevserokatiya Şaredariya Payîzava Yildiz Çetîn axivî û got: “Bi salane li ser xaka Kurdistanê xwîn mêj kiryarên veşartî dikin ev jî yek ji wan e.” Bi heman armancê li Ixdirê, li Stenbol, li Mêrsîn û Izmîrê jinan komkujiya Parîsê bi çalakiyan protestokir.
NAVENDA NÛÇEYAN