Piştî meşê bidawî bû, Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan xîtabê gelê wargehê kir. Kaçan di axaftina xwe ya ji bo gelê wargehê de êrîşên AKP’ê yên li dijî HDP, girtinên hevserok û parlementerên HDP’ê, şaredarên DBP’yî û  herî dawî girtina Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel şermezar kir û banga mezinkirina tekoşînê li gelê Kurd û dostên wê kir.

 Meşa gelê penaber yê Wargeha Mexmûrê ya ku ji aliyê Komîtaya Çalakiyan a wargehê ve hat organizekirin, bi tevlîbûna bi hezaran xwendevanên dibistanên seretayî, navîn, amadeyî, xebatkarên saziyan û gelê wargehê îro di seet 09:30’an de li ber avahiya Şaredariya Wargeha Mexmûrê destpê kir.

Piştî meşa dirêj û bi heybet ya Gelê Wargeha Mexmûrê di nava wargehê de dor veda, girseya meşê li Sahaya Kevin a Fûtbolê kom bû. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, li ser armanca meşê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan xîtabî gelê wargehê kir. Kaçan di destpêka axaftina xwe de êrîşên AKP’ê yên bi fermana Erdogan li dijî hevserok û parlementerên HDP’ê, şaredarên DBP’ê û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel bi tundî şermezar kir û berxwedana gelê Kurd û dostên wê ya ji bo xwedî derketina li îradeya siyasî ya Kurd silav kir. 


MEXMÛR