Daxuyanî ji aliyê endama meclîsa gel Fîlîz Akyol ve hat xwendin. Akyol diyar kir ku herî dawî bûyerên ku li Suriye û Misrê tên jiyankirin nîşan didin ku di Rojhilata Navîn de êdî pêvajoya cih bi hev guhertina desthilatdarên hevkar bi dawîbûye û wiha berdewamkirin: “Di Rojhilata Navîn de serî de gelê Ereb û gelên din yên xwedî nasname, li beramberê desthilatdaran mafên xwe yên demokratîk dixwazin. Lê gelê Kurd li kêleka bi destxistina mafê xwe yê demokratîk e.”
Akyol, banga hestewariyê li hemû derdoran kir û wiha domand: “Em wek gelê wargeha Mexmûr yê penaber kû bi salane pirsgirêkên jêdera xwe ji înkar û tinekirina gelê Kurd girtî jiyan dibin, serî de bang li hemû hêz û layenên Kurd dikin dakû herkes bizane pêşeroja Rojavayê Kurdistan’ê pêşeroja tevayê gelê Kurd’e. Lewma bi gele Rojava re nav hevkarî de be.”
MEXMÛR