Ji bo gerîlayê HPG’ê Artêş Welat Goyî (Gabar Şengul) yê ku di 29’ê Tîrmeha 2019’an li Xakurkê di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûbû û HPG’ê pêr nasnameya wî eşkere kiribû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) konê sersaxiyê bi merasîmekê hat vedan. Welatiyên Mexmûrê diçin serdana kon.

Hevserokê Meclîsa Gel ya Mexmûrê Hecî Kaçan li bin kon axivî.

Kaçan di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û got; “Em saya şehîdan gihiştin vê rojê.”

Li ser navê malbata Artêş Welat Goyî, Kadrî Yaman ji axivî û diyar kirin ku şehîd Artêş şehîdê Wargehê û gelê Kurd hemuyan e.”

 

ROJNEWS/MEXMÛR