Daxuyanî ji aliyê Nûçegihanê Rojnameya Rojev Emer Îke ve hat xwendin. Îke, diyar kir ku dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê bi komkujiyan xwest çapemeniya Azad bêdeng bike û wiha got: " Bi artêş, polîs, partî, çapemenî û medyaya xwe li hemberî gelê Kurd şerekî bêhiqûq û bêqaîde bi rê ve dibin. Îro ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin gelê Kurd ev nêzî şeş meh in tu xeberê ji Rêberê xwe nagirin. Em weke gelê Kurd ji tenduristiya Rêberê xwe bi fikarin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera çar dîwaran de tim ji bo çareserî û pirsgirêka Kurd hewl dane û ji bo vê xebat kiriye, lê belê berevajîyê vê dewleta Tirk û Hîkûmeta AKP’ê dest ji operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî bernedane û niha jî weke her carê dest bi komkujiyan kirine. Mînaka herî ber bi çav ew e ku beriya heyvekê li Şirnexê Gundê Roboskî ya Qilabanê bi balafirên şer di nav de zarok û ciwan tevahî 35 Kurd li pêş çavên tevahî dinyayê hatin qetilkirin û bênavber operasyonên xwe berdewam dikin."

MEXMÛR