Çeteyên DAIŞ’ê xwe li herêma Mexmûrê bi rêxistin dikin. Piştî ku şervanên QSD û YPG’ê çeteyên DAIŞ ji aliyê çekdarî ve têk birin, liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Iraqê dest pê kir. Bi taybetî li bajarên Kerkûk, Mexmûr, Mûsil û Diyaleyê ev tevger zêde dibe. Heta niha jî ji bilî operasyona artêşa Iraqê, hêzên hevpeymana navneteweyî ti pêngaveke di vî warî de neavêtiye.

Li navçeya Mexmûr ku tenê ji Hewlêrê 49 kîlometre dûr e di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ´ê zêde bûye. Welatiyek jî ji ber ewelekariya xwe nexwest navê wî bê eşkerekirin, got; “Çete nêzî Mexmûrê ne. Hertim ce û genimê welatiyên herêmê dişewitînin û bi eşkereyî çete li herêmê digerin.

Xelkê herêma Mexmûrê jî diyar dikin ku DAIŞ li ser jiyana wan metirsî ye û çete tenê çend kêliyan ji Mexmûrê dûr in. Berpirsyarekî YNK’ê jî got, ”Ne diyar e çawa xwarin ji bo DAIŞ’ê diçe. Destê welatên ji derve ve di vê mijarê de heye û kengê bixwazin, dikarin aloziyê bixin nava Iraqê.”

Li vir 300 çete hene

Berpirsê komîteya Yekitiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Reşad Gelalî jî got; “Ev salek zêdetir e ku çeteyên DAIŞ´ê di Çiyayê Qereçoxê de ne. Xwe perwerde û bi rêxistin dikin. Hejmara wan ji 300 çeteyan zêdetir e. Zêdetirî çeteyan Iraqî ne, lê çeteyên biyanî jî hene. Rêveberên wan jinên Êzîdî bi xwe re anîne.”

 

ROJNEWS/MEXMÛR