
Bijîşk ji derve tên şandin, lê piraniya personelan mirovên wargehê ne. Her çi qasî derfetên wan pir kêm û hejmara personelan kêm bin jî, li gorî rewşa heyî hewl tê dayîn ku ji pêdiviyên gel re bibin bersiv û ji bo wan xizmeteke baş bikin. Lê tevî ku 13 sal di ser re derbas bûn jî, hîn pirsgirêkên pirr ciddî yên gelê wargehê nehatine çareserkirin. Bi taybetî gelek tişt hene ku nexweşxaneya li vir nikare ji pêdiviyên gel re; ji ber bêderfetiyan bibe bersiv. Me der barê xizmetên nexweşxane, pirsgirêk û pêdiviyên gel de, nêrînên bijîşk û personelên nexweşxaneyê girtin û em ê bi we re parve bikin.
Bijîşk Husam Cemîl ku bi eslê xwe Ereb e û di Nexweşxaneya Wargehê de bijîşk e, balê dikişîne ser nexweşiyên heyî û wiha dibêje: "Herî zêde zarok ji ber gazincên wek îltîhaba qirikê, tengbûna nefesê û îshalê serî li me didin. Nexweşên me yên bi temen mezin piranî ji ber gazincên êşa hestî û tansiyonê û nexweşên jin jî ji ber nexweşiyên wek îltîhab, hessasiyeta çerm, pirzik, êşa gurcikan û destava biçûk gazincên xwe ji me re radigihînin."
Husam Cemîl bêderfetiyên heyî bi bîr xist û got: "Helbet em ji hemû nexweşiyan re nikarin bibin bersiv û derfetên me yên ku em bikarin bibin bersiv jî nîn in. Ji ber vê jî em nexweşên xwe hewaleyî derve dikin. Nexweşxaneya jinan a welidandinê nîn e û pirsgirêkên jinan jî gelek in. Dîsa ji bo ameliyatê jî derfetên me qet nîn in. Em ji bo ameliyateke pirr biçûk jî mirovan dişînin cihên din."
Husam Cemîl got: "Nexweş pirr in û em nikarin hemû daxwaz û pêdiviyên van bi cih bînin. Em bi piranî wan dişînin derve da ku çareseriyekê bibînin. Helbet ji bo em bikarin xizmeteke hîn baştir bikin pêdiviyên me bi derfetên hîn zêde hene. Bi taybetî jî em herî zêde di mijara pêdiviyên teknîkî de zehmetiyan dikişînin."
'Dermanxane heye derman nîn in'
Eyşê Kaya ku beşa tenduristiyê xwendiye û ew sê sal in, di Nexweşxaneya Wargehê de xizmetê dike jî, diyar kir ku herî zêde jin û zarok serî li wan didin. Kaya îşaret bi van xalan kir: "Bi giştî em 11 personelên wargehê li nexweşxaneyê dixebitin. Bijîşkên me ji derve tên." Kaya bal kişand ser pirsgirêka dermanan û wiha axifî: "Niha pirsgirêkek me ya sereke jî nebûna dermanan e. Dermanxane heye; lê dermanên pêwîst nîn in. Dema derman nebe em nikarin pêdiviyên nexweşên xwe jî pêk bînin û pêk nayên jî. Nexweş, reçeteyên xwe yên dermanan tînin; lê dermanên dixwazin ligel me nîn in û nexweş neçar dimînin ji derve bikirin."
Nuray Sezgîn personela tenduristiyê ku li Nexweşxaneya Wargehê bi salan e xizmetê dike, li ser xebatên tenduristiyê ev anî ziman: "Em li gorî derfetên xwe xizmeta gelê xwe dikin. Nexweşxaneya me biçûk e, derfetên wê jî bi sînor in. Di laboratuarên me de tenê em dikarin tehlîla hin nexweşiyan çêbikin. Dîsa di beşa diranan de jî tenê ji bo çareserkirina îltîhabê û kişandina diranan derfet û çareseriyeke me heye." Sezgîn jî balê dikişîne ser kêmbûna dermanan û wiha dibêje: "Dermanxaneya me heye, lê derman pirr kêm in."
Sezgîn wiha dirêjayî da gotinên xwe: "Gelê me yê wargehê herî zêde ji ber nexweşiyên dîsk, tansiyona bilind û şekir serî li me didin. Di werza havînê de nexweşên me hîn zêdetir dibin. Di heman demê de di werza zivistanê de jî nexweşên me zêde dibin. Bi qasî germahiya vir sermaya vir jî bi bandor e û ev rê li ber nexweşiyên kuxik, zekem û hwd. vedike. Jinên wargehê jî herî zêde bi gazincên êşa feqerat (movikên piştê), nezif û hwd. serî li nexweşxaneyê didin. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin û jin hîn baştir karibin xwe ji wan nexweşiyan biparêzin em li ser nexweşiyên cur bi cur semîneran li dar dixin."
Nêzîkatiyên siyasî
Nuray Sezgîn li ser nêzîkatiyên sazî û dezgehên derve jî rawestiya û anî ziman ku wek Nexweşxaneya Wargehê bi dehan caran serî li saziyên pêwendîdar dane, lê ji pirsgirêkên wan re nebûne bersiv. Sezgîn wiha pêde çû: "Me ji derên pêwendîdar re daxwaziya teknîkên ji bo kontrolkirin û dermanan kir. Lê belê heta niha li ser vê rewşê nehatiye sekinandin. Gelek heyet hatin wargehê û li gor xwe hin soz jî dan me. Lê belê hezar caran mixabin xwedî li sozên xwe derneketin. Niha pêdiviya nexweşxaneyê ji bo dermanan heye. Nêzîkatiyên li hemberî wargehê tên raberkirin, nêzîkatiyên siyasî ne."
BERJÎN TÊKOŞER / DÎHA/MEXMÛR