
Doh danê sibehê saet di 07:00'an de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyên şervanên MEM´yê yên li gundên Kesra û Til Hozan ên li başûrrojavayê Minbicê, kir. Şervanan bersiv da û êrîş şikandin. Di encamê de 11 çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan û miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.
Li aliyê din jî ev hefteyek e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên rojavayê Minbicê dikin. Şervanên MEM´yê bersiva van êrîşan didin.
MINBIC