Beriya niha tenê 2 xetên veguhastina hundirîn li bajarê Minbicê hebûn; taxa rojava (xeta çerxerêya El-Şeriyê) li ser rêya Helebê û xeta taxên rojhilat (xeta Cizîrê) li ser rêya Cizîrê.
Di encama qerebelixa li navenda bajêr de, pêwîstiya aktîfkirina 2 xetên nû hate dîtin. Li ser vê yekê Gerînendetiya Veguhastinê ya Minbic û Gundewarên Wê xetek ji bo taxa başûr û xeteke taybet ji bo xeta bakur aktîf kirin.
Serwîsên her du xetan wê heta mehekê bê pere xizmetê bikin, piştre wê ji bo her siwarekî 20 lîreyên Sûriyê bên wergirtin. Ev yek li beramberî serwîsên taybet kêm e ku 250 lîreyan distînin.
ANHA/MINBIC