
Komîteya Perwerde û Hînkirinê biryar da ku dersên zimanê Kurdî di dibistanên gundên Mihesne, Eseliyê û Medne de bên dayîn.
Şagirt û xwendekarên bajarê Minbicê, ji ber zext û zilmên çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên beriya wan herêm dagir kiribûn, ev 4 sal in ji perwerde û hînkirinê dûr mabûn. Piştî rizgarkirina Minbicê Meclîsa Sivîl a Minbicê li vir dest bi xebatên zindîkirina qada perwerdeyê kir.
400 dibistan hatin vekirin
Di vê çarçoveyê de 400 dibistan li Minbicê hatin vekirin û li gundên girêdayî wê jî 250 dibistan hatin vekirin.
Li ser daxwaza gundiyên Mihsene, Eseliyê û Medne ku Kurd in, ku xwestin fêrî zimanê Kurdî bibin, Komîteya Perwerde û Hînkirinê biryar da ku dersên zimanê Kurdî li gundên navborî bên dayîn.
Ji refa yekem heta 9’emîn
Dersên zimanê Kurdî ji aliyê 6 mamosteyan ve dê bên dayîn, di her dibistanekê de ji refa yekem heya 9’emîn, 2 mamoste dersên zimanê Kurdî didin.
Têkildarî mijarê mamosteya bi navê Zeyneb Hemo diyar kir ku hêdî hêdî tevlêbûna şagirtan ji waneyan re baş dibe.
MINBIC