Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê û Meclîsa Xeta Rojava ya Minbicê xwarina fitarê ji malbatên şehîdan û zarokên sêwî û astengdar re amade kirin.
Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê bi amadebûna Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê Farûq El-Maşî, Hevseroka Meclîsa Rêveber-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic Zeyneb Qenber, Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eylem Çerkes, hejmareke ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbatên şehîdan re xwarina fitarê amade kir.
Piştî xwarinê, Zeyenb Qenbe axivî û meha Remezanê li gel pîroz kir û got: “Par, cilên reş li ser jinan hatibûn ferizkirin, lê îsal rengên cuda tê dîtin. Welat bejna xwe li ber berxwedaniya şehîdan ditewîne. Serkeftinên ku îro têne jiyankirin berhema şehîdan in. Di vê kêliyê de em berxwedana şervanên li eniyên şer ku ji bo projeya azadiyê şer dikin, silav dikin.”
Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Xilêf û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî Ednan Ebû Emced bi xêrhatina malbatên şehîdan kirin û meha Remezanê li wan pîroz kirin.
Di heman çarçoveyê de, Meclîsa Xeta Rojava ya Minbicê li Komeleya Nûr El-Musteqbel a Zarokên sêwî û astengdar û bi amadebûna Hevserokê Meclîsa Rêveber-Rêvebeirya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Ibrahîm El-Qeftan û cîgirên wê Mihemed Cûma Ereb û Ebdulsetar Şîkaxî, hejmareke hevserokên meclîsên xetên rojavayê bajêr û bi sedan welatî li cihê xwarindayînê amade bûn.
Moralê zarokan bilind dikin
Beriya xwarin were amadekirin, Hevserokê Meclîsa Rêveber-Rêvebeirya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Ibrahîm El-Qeftan spasiya komeleyê kir ku ev navend ji bo zarokên sêwî û astengdar re vekirin, her wiha xwarina fitarê ji wan re amade kir û got ku ew ê alîkariya sêwî û astengdaran bikin.
Rêveberê Komeleya Nûr El-Mûsteqebel Ehmed Faxûrî û Hevserokê Meclîsa Taxa Serb jî meha Remezanê pîroz kir û spasiya Meclîsa Xeta Rojavaya Minbicê kir, her wiha teqez kir ku ev gav wê moralê zarokên komeleyê bilind bikin.
MINBIC