Li Minbicê mayînên MÎT’ê
Li Minbicê 2 teqîn pêk hatin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê raighand ku di encama teqînan de 2 sivîl birîndar bûn û teqîn bi destê MÎT’ê hatine kirin.
Li nêzî Çerxerêya Şehîdan a li Minbicê mayineke ku berê hatibû bicihkirin doh serê sibehê hate teqandin. Ji ber teqînê xisareke biçûk çêbû. Têkildarî teqînê lêpirsînê dest pê kir.
Piştî teqîna mayinê, teqîneke duyemîn pêk hat. Ji ber teqînê 2 sivîl birîndar bûn.
Li gorî Buroya Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rewşa birîndaran giran e û rakirine nexweşxaneya li bajêr.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrişên bombeyî ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk MÎT’ê ve hatine kirin. NAVENDA NUÇEYAN