Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê, Navenda Çand û Hunerê li navenda bajêr û gundên wî pêşangeheke şêwekariyê vekir.
Pêşangeh li çarxereya Sebei Behrat a li ser rêya Helebê hatiye vekirin. Nêzî 15 şêwekar beşdarî pêşangehê bûn û zêdetirî 60 tabloyên xwe pêşkêş kirin. Xelkê Minbicê jî di vekirina pêşangehê de amade bûn.
Pêşangeha yekemîn
Ev pêşangeha yekem e ku li Minbicê li derve çêdibe. Mirazê pêşangehê ew e ku şêniyên bajêr teşwîqî hunerê bikin.
Pêşengeha ku ji bo du rojan bû îro bi dawî dibe.
ANHA/MINBIC