Li mizgefta Mezopotamya bi roj jî Quran tê xwendin, di dema fitarê de jî her êvar 60-70 kes ên ku di nav wan de gelek kesên ji neteweyên din jî hene, difitirin. Li gorî kevneşopiya olî piştî fitarê nimêja terewîhê tê kirin.
Rêveber û oldarên mizgefta Mezopotamya derbarê meha rojiyê û xebatên alîkariya ji bo bakurê Kurdistanê de ji rojnameya me re axivîn.
Ji her parçeyên Kurdistanê li wir dicivin
Heciyê Amedî: Her êvar li gel Kurdan 60-70 kes li cem me difitirin. Em li gel mewlûdan bi roj jî li nav gel digerin, gel him alîkariya mizgeftê dike û em ji bo alîkariya bajarên wêrankirî yên bajarê Kurdistanê û Rojava jî diaxivin.
Hecî Hesen Erol: Xwedê Teala miyeser kir me ji bo Neukollnê cihek kirî. Em ê warekî pirr xweşik lêbikin ku her cûre hewcedariyên gelê me yê li Berlînê pêk bîne. Heta niha cenazeyên me li mizgeftên Tirkan dihatin şûştin û amadekirin. Ew jî li me û li gelek welatparêzan zor dihat. Di mizgefta nû de wê her cûre xizmet hebin. Bila miletê me li Berlînê xwedî li mizgeftên xwe derkeve.
Dr. Barî Mîhmud: Îsal li her çar parçeyên Kurdistanê zilm û tadehiyeke pirr giran li dar e. Bajar, mal û warên Kurdan bi tank û topan hatine rûxandin. Bi sedhezaran kes koçber bûne. Ev rewş ne asahî ye û divê em ji her gavê bêhtir destê xwe yê alîkariyê dirêjî gelê xwe bikin. Em amade ne ji bo rojava û ji bo bakur jî her cûre alîkariyê bikin.
Li gel îbadetê alîkariya madî jî berhev dikin
Savaş Levent: Em li gel îbadeta xwe alîkariya madî jî didin û berhev dikin. Ev komkujiyên li Kurdistanê zêdetir wezîfe dixe ser milê kesên bawermend. Dê heta kengê ev zilm û wehşet li ser me berdewam be.
Rizgar Efrîn:
Ez jî Rojava me, wek bawermendekî dilxweş im ku li mizgefteke Kurdî îbadeta xwe dikim. Divê gelê me yê dilpaqij li dora saziyên xwe kom bibe û li xebatên alîkariyê dewam bike.
Sakîne Elçî:
Em jî wek jinên misilman ên Kurd yên li Berlînê îbadetên xwe yên olî dikin. Hebûna mizgefta me ji bo jinên Kurd yên bawermend jî derfeteke mezin e. Em bi roj bi qasî deh jinan mukabelaya Quranê dikin, êvarê jî li malê difitirin û li vir jî terawîhan dikin. Ew bajar hatin xerakirin, gel bê nan û war hatin hiştin. Xwedayê alemê ji wan re nehêle, divê em Kurd di vê meha pîroz de gelê xwe ji bîr nekin. Fitre be, zekat be wekî din çi ji destê me tê divê em bikin.
YEKO ARDIL/BERLIN