Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Ciwanan ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn. Girseya gel a ji Qûartîer de Spectacle dest bi meşê kir, bi qîrîna dirûşmeyan heta Place Sqûare Phîllîp meşiya. Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn. Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.

Li bajarokê Karînovîskî yê bajarê Rûsya Krasnadarê, terora AKP’ê ya li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin. Kurdistaniyên li herema Karînovîskî dijîn, ji bo balê bikişînin ser sûcê şer ê dewleta AKP’ê li Sûr, Cizîr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê dike, li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Karînovîskî li hev civiyan. Ji Meclîsa Gel Ayde Babayva li vir axivî û destnîşan kir, ku AKP ji ber sûcên şer wê li dadgehên navneteweyî bê darizandin.  


 MONTREAL/KARÎNOVÎSKÎ