Civîna avabûna Komeleya Kurd ya Saînt-Avold roja yekşemê bi tevlibûna Hevserokê Federasyona Komeleya Kurd ya Fransayê (FEYKA9 Mehmet Ulker pêk hat. Di civînê de rêxistibûna Kurdan, yekitî û piştevanî hat nîqaşkirin.

Ulker balkişand ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û xwest piştevaniya bi Rojava re zêde bibe. di civîna ku oldarên Kurd jî tevlibûn de Ulker da zanîn ku ji bo ku ciwanên Kurd nekevin kemîna tarîkatan Fetullah Gulen û kemîna El Qaîdeyê li divê hewdan bê dayîn. Her wiha di civînê de li ser yekitiya hêzên komên baweriyên cuda yên Elewî û Sunî nîqaş hatin meşandin.
Ulker da zanîn ku vekirina komeleya Kurd ya li komuna Saînt-Avold bi kêfxweşî pêşwazî kirine û got divê komleyên Kurd li Fransayê zêde bên vekirin.
Her wiha li ser girîngiya zimanê Kurdî hat sekinandin û got divê Kurd der barê Parlamentoya Ewropayê û  hilbijartinên herêmî de xebatên xwe aktîftir bikin. Komele piştî demekê dê bicive û kongreya xwe berhev bike û rêveberiya xwe hilbijêre. Ev komele 23’emîn komeleya ku di bin sîwaneya FEYKA hatiye avakirine.

SAINT-AVOLD