Çalakî ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê (Viyan) ve hat lidarxistin. Li ser navê saziya Viyan Juliyete Reşoyan li mîtîngê axivî û got, "Komara Tirkiyeyê bi bêdengiya xwe ya li hemberî komkujiya li Şengalê re, dibe hevparê komkujiyê." Piştî axaftinên li çalakiyê ji Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê (Viyan) Juliyeta Reşoyan û Natella Nabiyeva dosyayek li ser komkujiyên DAIŞ'ê yên li Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengalê pêşkêşî rayedaran kirin. Dûre jî çelengeke reş danîn pêşiya avahiya Sefaretxaneya Bilind û dawî li çalakiya xwe anîn.

Li Swêdê rêze çalakî

Kurdistaniyên li Swêdê dijîn li bajarên Eskilstuna, Falun û Stockholmê bi xwepêşandanan komkujiyên DAIŞ'ê şermezar kirin. Kurdistaniyên li bajarê Eskilstuna yê Swêdê dijîn, di nava hefteyekê de cara sêyemîn daketin qadan û çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin. Xwepêşandana ji aliyê komele û rêxistinên Kurdan ve hat organîzekirin, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li ber avahiya weke City-huset tê naskirin a li navenda bajêr, pêk hat. Li bajarê Falun ê li herêma Dalarnayê jî Kurdistanî ji bo DAIŞ'ê protesto bikin û piştevaniya Êzidiyan bikin meş û mîtîngek lidar xistin. Tevî televîzyona dewletê ya Swêdê û Radyoya Swêdê, çapemeniya herêmî ya Dalarnayê jî cih da xwepêşandanê. Li Stockholmê jî, li Qada Mynttorget â li ber Parlamenta Swêdê Kurdistaniyan ji bo rewşa li Şengal û Kurdistanê ji raya giştî re ragihînin konê agahdarkirinê vedan. Çalakî ji aliyê "Platforma Şengalê" ya ji rêxistin û partiyên Kurd pêk tê ve tê organîzekirin û doh bidawî bû.

Doktor şandin Kurdistanê

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê bang li hemû komeleyên endam û Kurdan kirin ku tevlî kampanyaya ji bo Êzidiyan bibin û her wiha Koma Doktorên Kurd jî ji bo alîkariya Êzidiyan sê doktor şand Başûr. Serokê koma doktorên Kurd Leîla Amîn ku di nava komê de cih girt, beriya biçin Hewlêrê ji Radyoya Swêdê re axivî û diyar kir ku ew bi armanca dermankirina Êzidiyên ji Şengalê çûne Duhok, Zaxo û herêmê. Amîn da zanîn ku gelek derman girtine cem xwe û got ji bo gelê Şengalê banga kampanyayê kirine . Koma Doktorên Kurdî di demeke kurt de 150 hezar kron alîkarî berhevkirin. Li aliyê din Rojnameyên Aftonbladet û Experessen bi armanca piştevaniya bi Şengalê re kampanya alîkariyê dan destpêkirin. Aftonbladest bi Komîseriya Bilind ya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re roja Înê kampanya da destpêkirin û hat gotin ku di du rojan de 657 kron hatiye komkirin.Rojnameya Expressen jî bi Xaça Sor a Swêdê re ji bo Êzidiyan kampanya alîkariyê da destpêkirin.

Çalakiyên kon vedanê

Çalakiya kon a li bajarê Elmanya Munchenê, di roja 8. de bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Li konê ku ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê hat vedan, 8 rojan belavok hatin belavkirin, raya giştî hat agahdarkirin. Di çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin a Elmanan hat de, banga hişyariyê hat kirn. Li paytexta Belçîka Brukselê jî, li ber Parlamenta ewropayê Tevgera Jinên kurd konê agahdarkirinê veda. Li kon wêneyên hovîtiya DAIŞ'ê nîşan didin hatin daliqandin û bi armanca agahdarkirinê bi sedan belavok hatin belavkirin.  Aveg-KON jî beşdarî çalakiyê bû û destek da.

NAVENDA NÛÇEYAN