Festîvala ku ji aliyê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Komîteya Çanda Kurd ve hat organîzkirin, pêr êvarê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di festîvalê de ji bo danasîna çanda Kurd stand hatin danîn, xwarinên herêmî yên Kurdan hatin nasandin, pêşangeha wêneyan hat vekirin û konser hat lidarxistin.


Şehîd Jêhat, Taylan û Bêrîtan

Siyasetmedarê Kurd Zeydîn Aslan di festîvalê de axivî û bal kişand ser girîngiya festîvala îsal a li 37. salvegera damezradina PKK’ê rast hat.

Aslan destnîşan kir ku PKK partiyeke şehîdan e û got, “Şehîd Jêhat, Taylan û Bêrîtan, sê lehengên me ne ku di dema dîlgirtina damezrînerê PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bedena xwe dan ber agir. Gelê Kurd di meşa li ser şopa şehîdan de, ji bo pêşveçûnê çalakiyên bi vî rengî diyarî wan dike. PKK di roja îro de ne tenê partiyek e, şêweyeke jiyanê ye.”

Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd li Civata Dewletên Yekbûyî Nîgar Patiyeva jî got, “PKK felsefeyeke jiyanê ye ku li her qadê Kurdan mezin dike û bi pêş ve dibe. Lewma 2. Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Taylan, Jêhat û Bêrîtan ku di 37. salvegera damezrandina PKK’ê de tê lidarxistin, watedar e.”


Mûzîkên modern û dengbêjî

Piştî axaftinan Koma Nûjîn bi sirûdên şoreşa Kurdistanê derket pêşberî beşdaran. Hemîdê Mecîd jî klamên dengbêjiyê gotin. Tevî gelek komên govendê û muzîsyenên xwecihî yên gelek herêmên Rûsyayê, Koma Sê bira, Ferman Fetî, Rozerîn, Bermal Çem û hunermend Mem Ararat, Seyda Perînçek û Mûstafa Bazîdî yên ji Bakurê Kurdistanê hatin, derketin ser dikê. Di çarçoveya bernameya festîvalê de defîleya ‘Şal û Şapik’ jî hat organîzekirin.


Ji bo bîranîna sê şehîdan

Şoreşgerên Kurd ên festîval ji bo bîranîna wan tê lidarxistin, Remzî Akkûş (Jêhat), Ahmet Yildirim (Taylan) û Hîkmiye Seyhan (Bêrîtan) sala 1999’an bi armanca şermezarkirina bêbextiya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rûsyayê bedena xwe dabûn ber agir.