Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê, Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê, Rêxistina Êzidiyên li Moskovê, Organîzasyona Parastina Mafen Kurdên li Moskovê, Organîzasyona Jinên Kurd li Moskovê-Viyan û Rêxistina Jinên Kurd li Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.


Li Bakur jî bi ser nakevin

Daxuyanî li ber Mala Çanda Kurd ji aliyê Seroka Rêxistina Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram ve hat dayîn. Aram ragihand ku ji bo nelirêtiya AKP û Erdogan li Tirkiyeyê dikin û hevkariya wan a bi çeteyên DAIŞ'ê re kifş nebe, AKP ewçend bi tundî êrîşî Kurdan dike û got, "Planên hêzên emperyalîst ên ji bo bê Kurd hiştina Kurdistanê, li Kobanê û Şengalê bi kêr nehatin. Niha jî li Bakurê Kurdistanê bi tank û topan hewl didin bajaran hilweşînin, mirovan bi zorê koçber bikin û bajarên Kurdan vala bikin."


Doza destekkirina xwerêveberiya Kurdan

Aram diyar kir ku gelê Kurd wê ji niha û pê ve jî serî li ber gefên Erdogan û tîmên taybet ên xwînxwar netewîne û destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurditanê de bê nivîsandin.  Aram di dewama axaftina xwe de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî terora dewletê rexne kir û got, "Di serî de DYA û welatên Yekîtiya Ewropa, divê hemû hêzên navneteweyî li dijî vê terora dewletê ya li Kurdistanê derkevin. Û ji bo bicihhatina mafê xwerêveberiyê yê gelê Kurd, ku mafê herî xwezayî ye, bibin alîkar." 


 MOSKOV




Li Madrîdê çalakî


Li paytexta Spanya Madrîdê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin.

Di çalakiyê de ku bi beşdariya Kurd û Spanyayiyan pêk hat, girse li Metro Înglesîa li hev civiya, ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya. Girseya gel a bi gotina dirûşmeyan meşiya, rastî astengiya polîsan hat. Polêsan nehişt ku girse xwe bigihîne ber Konsolosxaneyê. Li ser vê yekê ji nû ve meşiya û careke din li Metro Înglesîa kom bû.

Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin ku gelê Kurd êdî naxwaze ji aliyê hêzekê ve were kontrolkirin û hat destnîşankirin, ku ev yek daxwaz û mafekî rewa ye. 


 MADRÎD