Plaketên spasiyê
Di konserê de yê di Mala Netewa de ji kar û xebatê ciwanan berpirsyar Mixaîl Vyuyev axaftinek kurt kir. Vyuyev di axaftina xwe de ji bo 25’ê Gulanê, Kurdan li Parka Dostaniyê dar çandibû sipasî kir û got: “Di rojek wisa de hatina cem hev pir biwateye. Gelê Kurd gelekî pir hişyare, bi taybet li hember rojê wiha bi rêxistin kar dike. Îro ji bo Kurdan gelek tiştên nû diqewimin em jî vê baş dinirxînin. Dîsa di 25’ê meha Gulanê de rêxistinên Kurd li Parka Dostaniyê dar çandibûn ji vê xebata wan jî em wan sipas dikin.”
Piştî axaftina hunermendên heremî; Berfîn Mamedov, Mîşel Baravî, Elî, Şems, Bermal, Rozerîn û Lîl Negga derketin ser dikê. Bi stranên cûrbecûr hunermanda bi awazê xwe kesên ku beşdarî konsertê bûne coşandin. Di dawiya konserê de li ser navê rêxistina Jinên Tacik Xurşîda Davronovna ji ber di Newrozê xebatek baş dane meşandin plaketê sipasiyê da berpirsyarê rêxistina Kurd.
Konser bi govendê heya derengê şev berdewam kir.
ANF/MOSKOWA