Welatiyan li şûna êzîng û komuran sergînên ku ji rêxa heywanan tê çêkirin, dê zivistanê xwe germ bikin. Ji bo hin welatiyan jî sergîn bûye deriyê debarê. Welatiyê bi navê Cemîl Kara ku li Gundê Esmanûkê rûdine, diyar kir ku bi salan e debara xwe bi sergînan pêk tîne. Kara anî ziman ku karê çandiniyê dike. Havînan sergînan çêdikin û debara xwe jê derdixin û wiha got: "Ji ber ku rewşa me ya aboriyê ne baş e, em nikarin êzing û komirê bistînin. Walitî her sal serê her malbakê tonek komir dide, lê têrî me nake. Ji ber vê yekê zivîstanan sergîn jî tên şewitandin."
'Em bi sergînan xwe germ dikin'
Welatiyê bi navê Hasan Derelî wiha axivî: " Dema hewa germ dibe, em bi kevirekî gilover wan rêxan distrînin. Piştî rojekê dihêlin û bi bêran wekî qalib jê dikin. Piştî 2 rojan em wan radikin ser kêlekê û rêz dikin. Piştî 3-5 rojan, em wan ko dikin û digirin hundir. An jî wan li derva rêz dikin ser hev û li ser wan diseyînin. Zivistanî jî wan dişewitînin û xwe germ dikin. Ji sergînan tu kes jehrînî nabe. Ji ber ku agirê wê gûr e, hundir zû germ dike. Ji ber ku xaniyên me ji kerpîçan e, zû germ dibe. Li gundan her tim sergîn tên bikaranîn."
Veysî Sonmez jî diyar kir ku sergîn pir tên firotin û da zanîn ku ji bo remorkekî sergînan 100 an jî 150 TL pere distînin. Sonmez derbirî ku her roj remorkekî sergîn difiroşin û wiha got: "Welatiyên ku li navenda bajêr dijîn, sergînan dikirin û di tenûran de ji bo nan bipêjin bi kar tînin. Em tenê bi firotina sergînan debara xwe dikin. Welatiyên ku debara wan ne baş in, sergînan dikirin."
DÎHA/MÛŞ