Welatiyan diyar kirin ku zarokên ji bo xizmên xwe sandalyaya bi teker bistînin derdilk kom kirin derdîlkên wan di destê wan de man.
Fakulteya Hekîmtiya Diranan a Zanîngeha Egeyê û Rojnameya Yenî Asir hevpeş ji bo welatiyên nivîşkan kampanya "Em heb bi hep derdîlkan kom bikin gav bi gav astengiyan derbas bikin" a Kapakên şîn dest pê kir. Di çarçoveya kampanya ku li Tevahiya Tirkiyeyê hatibû destpêkirin li Mûşê jî welatiyan kampanya meşandin. Li Mûşê 2 salin zarokên bi hezaran derdîlkên şîn ên şûşeyên petan kom kirin, derdîlkên wan di destê an de ma.
Li Bajaroka Qisilxaçê ya Mûşê zarokên bajarokê ku saleke ji bo Halit Aktaş ê nivîşkan derdîlkên şîn şûşeyen pet kom kirin hêj li cih xwe ne û bê encam ma. Derdîlkên şîn ên şûşeyên petan ku jibo Halît Aktaş bû hêvî, bi encam nebû. Welatiyan anin ziman ku di nava salekê de 15 hezar derdîlkên şîn şuşeyên het kom kirine. Welatiyan anîn ziman ku heta niha çend çaran di çarçoveya kampanyayê de serî li reyadran dane, lê encam bi dest nexistine.
'Derdîlk di destê me de man'
Welatiyê Qizilxaçê yê bi navê Abdullah Gokturk anî ziman ku ciwan û zarokên bajarokê nêzî salekê ye ji bo Halît AKtaş derdîlkên şûşeyên pet kom dikin, lê derdîlkên wan di destê wan de maye. Gokturk, da zanîn ku salek e wan nêzî 15 hezar derdîlkên şîn kom kirin û xwestin ji bo Aktaş sandalya nivîşanan bistînin. lê derdîlkên wan di destê wan de maye û encamê bi dest naxin.
Gorturk, destnîşan kir ku nêzî salekê ye derdîlkan kom dikin û wiha gt: "Di serî de ji mere gotin 10 hezar derdîlk. Le me 15 hezar derdîlk kom kirin. Niha jî derdilkên me di destê me de mane.
DÎHA/MUŞ