Rojnamevanê Fransî ya li Mûsilê birîndar bûyî, mir. Rojnamevan, Stephane Villeneuve, pêr li Mûsilê ji ber teqînekê birîndar bûbû. 

Rojnamevanê Kurd Bextiyar Hedad jî di heman teqînê de jiyana xwe ji dest da bû.

Di dema şopandina nûçeyên şer ên li Mûsilê de, rojnamevan û tercûmanê Kurd Bextiyar Hedad, ji ber teqîna pêr a li herêma Mûsil a kevn jiyana xwe ji dest dabû. Bi wî re 3 rojnamevanên welatiyên Fransayê jî birîndar bûbûn. Cenazeyê Hedad û rojnamevanên birîndar piştre rakiribûn baregeha DYE´yê ya li Geyyare.

Rojnamevan Stephane Villeneuve li wir mir. Dermankirina rojnamevanên din dewam dike. 


MÛSIL