Pêr hêzên pêşmergeyan bi desteka balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li eniya Xazir a nêzî Mûsilê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya vê operasyona hêzên pêşmergeyan de heta niha li bereya Xazir 6 gund hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên pêşmergeyan îro li Xazir gundê Tuleberdiyan jî rizgar kir. Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî çeperên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dikin.

Pêr di roja yekem a operasyonê de fermandarê hêzên pêşmergeyan  Rizgar Heme Emîn jiyana xwe ji dest da û 5 pêşmerge jî birîndar bûn.

Li herêmê operasyon didome û balafirên koalîsyonê jî çeperên DAIŞ’ê bombebaran dikin.


Artêşa Iraqê ket nava Fellûce

Li aliyê din endamê Komîsyona Ewlekariyê ya Meclîsa Wîlayeta Enbarê a Iraqê Racî Barakat got, “Hêzên tevlî operasyona rizgarkirina Fellûceyê bûne, (doh) danê sibehê ji sê baskan ve xwe berdan nava bajêr. Ev hêz li bereyên başûr, rojhilat û bakur ên bajêr ber bi pêş ve diçin. DAIŞ bi topên hawanê, fuzeyên katyûşa û mayînên li erdê çandiye, hewl dide pêşî li ketina nava bajêr bigire.”

Her weha tê gotin, DAIŞ ji bo pêşî li hêzên Iraqê bigire dest bi êrişên bi wesayîtên bombebarkirî jî kiriye.


 HEWLÊR