Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ku piştî du hefteyan duh qonaxa duyemîn dest pê kir, balafirên şer ên koalîsyonê piştgiriyeke xurt didin artêşa Iraqê.

Berpirsyarê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Surçî li ser operasyonê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, şer li nava bajêr diqewime.

Surçî da xuyakirin, ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê gel weke mertalên zindî bi kar danînin, şert û mercên hewayê nebaş bû û balafirên koalîsyonê piştgiriyeke xurt nedidan, navber ji operasyonê re hatibû dayîn û got, “Duh bi awayekî fermî qonaxa duyemîn a Operasyona Mûsilê dest pê kir. Operasyon ji aliyê artêşa Iraqê ve tê meşandin. Di rewşa heyî de, li nava bajêr leşkerên ser bi artêşa DYA jî hene. Lê belê agahiyeke zelal li ber destê me nîne bê ev hêz tenê koordîneya şer dike, yan tevlî şer jî dibe.”

2 gund û taxek rizgar kirin

Berpiryarê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Surçî da xuyakirin, ku li navenda Mûsilê bi qasî 3-4 hezar endamên DAIŞ‘ê hene û anî ziman, şer bi giranî li aliyê rojava û başûr diqewime. Surçî got, gundên Sade û Tuwela yên li bakurê bajêr îro ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Li başûrê bajêr jî di şer de febrîqeyeke dermanan ji çeteyan hate paqijkirin. Li herêma ku avahiya dadgehê lê ye, şer dewam dike.

Taxeke din ji çeteyan paqij kirin

Fermandarê Operasyonên Nînova Tumgeneral Necm Cubîrî diyar kir, di qonaxa duyemîn a Operasyona Mûsilê de li herêma Hedbayê 70 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya fermandarê Iraqî, taxeke din ji çeteyan hatiye paqijkirin û ew ê di demeke nêz de xwe bigihînin Çemê Dîcleyê. 


 MÛSIL