Li paytexta Kenyayê Nairobiyê li Şanoya Neteweyî ya Naîrobiyê, di çarçoveya çalakiyên Freedom for Ocalan (Azadî ji Ocalan re), doh semînerek hat organîzekirin. Di semînerê de li ser navê Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re - Aştî ji Kurdistanê re ya ji Ewrûpayê Reimer Heider jî peyivî. Heider behsa jiyan, berhem, têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî de peyivî. Heider wekî din li ser Rojava jî agahiyên berfireh dan.

Ji bilî wî Sani Oliveros, ji Filîpîna ji Lîga Navneteweyî ya Têkoşêna Gelan (ILPS), ji Navenda Edaleta Civakî ya Mathare  Gacheke Gachichi û ji Şaxê Kenyayê yê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re Lewis Maghanga jî peyivîn.

Ji ber ku doh di heman rojê de salvegera roja darvekirina yek ji serokên tevgera dijkolonyal a Kenyayê Dedan Kimathi bû jî, semîner doh hat bi rêvebirin. Kimathi sala 1957´an ji aliyê Ingilîzan ve hatibû bidarvekirin. 

 

NAÎROBÎ