Li bajarê Nantes ê Fransayê, di çarçoveya çalakiyên Hefteya Berxwedanê de, panelek li ser mijarên Rojava û terora dewleta Tirk a li gelemperiya Kurdistanê hate lidarxistin. Panela ku gelek Fransayî jî lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Gulasor Ûzûnpinar, ji rêveberên komeleyê Sînan Zer û endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ferdî Bîngol li panelê axivîn. Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat bibîrxistin û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin.


 NANTES