Li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi banga 61 saziyan, şemiya bihurî bi dirûşma 'Non Pasaran' li dijî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê meşeke şermezarkirinê hat organîzekirin.

Ji destpêka êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û vir ve li bajarên Îtalyayê çalakiyên şermezarkirinê hene. Şemiya bihurî li Napolî bi banga bi dehan rêxistinan meşek hebû. Ji bajarên Cosenza, Potenza, Sîcîlya û Bariyê mirov beşdarî meşê bûn.

Rete Kurdistan, UIKI Onlus û Navenda Çanda Kurd a Araratê her wiha Rete Jin, Jineolojî Îtalya, Non Una Di Meno, Friday For Future ji bo meşê bang kirin. Meşê ji Piazza Garibaldi dest pê kir.

Em çiyayê Kurdan in

   

Konfederasyona sendîkayan a COBAS û yekîtiyên xwendekaran û Rifondaziona Comunista jî bi pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn. Jinên Îtalî jî bi pankarta "Em çiyayê we ne" beşdarî meşê bûn.

Meşê heta bi avahiya Walîtiyê dewam kir. Di meşê de her wiha siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef a dagirkeran ew bi hovane qetil kir jî, hate bîranîn.

Hîndekara Zanîngeha Calabriayê, Laura Corradi biryara Şaredariya Napolî ya ji bo welatîbûna rûmetê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û ji bo Ocalan got, "Ew lîderekî mêr e ku beriya her tiştî azadiya jinê hînî gelê xwe kiriye ku bi vê taybetmendiya xwe li dinyayê ew yekî bi tenê ye."

Keşîş Alex Zanotelli, "Nabe ku em dagirkirina Rojava ji nedîtî ve bên."

Di meşê de bang li hikûmeta Îtalyayê hate kirin ku dawî li peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re bîne û çekan nefiroşe dewleta Tirk.

Napolî wê piştgiriya xwe dewam bike

Di meşê de komek ji jinan bi performansa La Tesîs dirûşma "Jin, jiyan, azadî" got0.

Piştî meşê li ser navê Kurdan heyetekê bi alîkarê walî re hevdîtin kir.

Şaredarê Napolî Luigi De Magistris jî ji bo piştgiriyê heyeta tevgera jinên Kurd qebûl kir. Şaredar got, "Em ji têkoşîna mafdar a gelê Kurd û tecrûbeya xwerêveberiyê hînî gelek tiştan bûn. Napolî û şexsê min, em ê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re dewam bikin."

 

ANF/NAPOLÎ