Navenda Hunerê ya Ehlîddar, bi atolyeyên xwe yên nûkirî kultura xwe ango kultura Erebî diparêze. Ev navend niha bi amadekariya serdemeke nû ya atolyeyên re mijûl e. Û di vê mehê de deriyên polên xwe ji şagirtên nû re vedike.

Navend wê bi waneyên li ser resm, şano, fotograf û wêjeyê wê li ber xizmeta şagirtan be. Yek ji damezirînerên Navenda Çand û Hunerê ya Ehlîddar Selda Tosun diyar kir ku wê di waneyan de atolyeyên kurtefîlman jî hebin. Tosun îşaret bi zimanê dersdayîna xwe kir, ku Erebî ye, û got: ‚ Di her serdema perwerdeyê de bi giştî 100 şagirt mezûn dibin û xebatên wan jî li cihên pêwîst têne nirxandin. Ziman û çandeke me heye. Em dizanin, her ziman û çanda ku bi xebatên hunerê xwe xwedî neke û negihe nifşên nû, mehkûmî tinebûnê ye. Me jî bi vê zanebûnê li dijî asîmîlayona li ser vî zimanî şerê xwe yê hunerê da destpêkirin û em perwerdeyên xwe didomînin.”

 

ANF/HATAY