Pêşangeheke şêwekariyê ji bo şêwekarên ciwan pêr êvarê hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Navenda Çalakiyên Ciwanên Silêmaniyê ve hate vekirin.

Berpirsê pêşangehê Eyûb Reûf diyar kir ku 12 şêwekarên keç û 4 şêwekarên kur beşdarî pêşangehê bûne û got, 65 tablo hatine pêşandan.

Eyûb Reûf ragihand ku zêdebûna beşdarbûna şêwekarên jin cihê keyfxweşiyê ye û wiha peyivî: “Jinên beşdarî pêşangehê bûne wêneyên ciwan pêşkêş kirine. Hêvîdar im ku hunermend jî karên ciwantir bikin û krîz li ser hunerê bandorê neke. Hêvîdar im ku hikûmet girîngiyê bide bi hunermendan, û karê hunermendan raneweste.”


RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ