Bajarê DYE´yê New York ji Festîvala Filman û Çandî ya Kurd re xwe amade dike. Ev festîval wê îsal di navbera 6 û 8´ê Kanûnê de ji bo cara 3´yan bi rê ve biçe.

Di çarçoveya festîvalê de ji bilî nîşandana filman, gotar û panel, muzîk, danasindana xwarinên Kurdî û pêşandana cilûbergên Kurdî û firotina wan wê hebin.

Festîvala îsal diyarî Mazdek Ararat hatiye kirin ku sînemakerekî şoreşger bû û endamê Komuna Filman a Rojava bû. Ew 13´ê Îlona îsal di encama qezayekê de şehîd bûbû. Bi vê minasebetê filma wî ya bi navê “Zarok in em” wê bibe filma yekê ya li vê festîvala li New Yorkê bê nîşandan.

Ji bo HSK´ê pere tên berhevkirin

Analîstê Rojhilata Navîn Nicolas Heras wê di destpêka festîvalê de biaxive. Ji ofîsa Weqfa Rosa Luxemburg a New Yorkê, Kazembe Balagun jî wê gotareke bi navê “Çima piştgiriya bi Kurdan re heyatî ye?” pêşkêş bike.

Organêîzatorên festîvalê dibêjin, “festîvala îsal wê Şoreşa Rojava pîroz bike bi nîşandana filmên Komuna Filman a Rojava, panel, performansên muzîk û dansê, û bi bazareke piçûçik a Kurdî ji bo nîşandan û firotina cilûbergên Kurdî. Ji bo Heyva Sor a Kurdistane (HSK) wê perê bên berhevkirin, bi xêzkirinên bexşandî yên nivîskar û hunermend Janet Biehl û CD´yên bexşandî yên muzîkjen Dijwar Karaman.”

Festîval wê nexasim balê bikişîne ser xiyaneta hikûmeta DYE´yê li Rojava kirî û dixwaze di nava civakên li Emerîkayê û Berxwedana Kurdan de hevgirtinê çêke. Çalakiyên di çarçoveya festîvalê de wê li Diocese of the Armenian Church (Metraniya Dêra Ermenî), 630 Second Avenue, New York, NY

Bernameya festîvalê

Di çarçoveya festîvalê de 6´ê Kanûnê saet 18´an merasîma destpêkirina festîvalê heye. Nicholas Heras wê xîtabî mêvanan bike û saet 19´an jî wê filma “Zarok in em” a bi derhêneriya Mazdek Ararat û Xosman Qado yên ji Komuna Filman a Rojava bê nîşandan. Piştî filma 40 deqîqeyî wê Dijwar Karaman derkeve ser dikê.

7´ê Kanûnê wê panelek bê organîzekirin saet 15:30´î bi beşdariya Janet Biehl û Latif Taş bi navê “Şoreşa Rojava çi ye”. Hema piştre wê ji bo Heyva Sor a Kurdistanê pere bên berhevkirin. Êvarê saet 17´an filma bi derhêneriya Şêro Hindê yê ji Komuna Filman a Rojava a bi navê “Çîroka bajarên wêrankirî” bê nîşandan. Paşê jî saet 18:30´î filma bi derhêneriya Ozlem Arzeba ya ji Komuna Filman a Mexmûrê a bi navê Berfîn wê bê nîşandan.

8´ê Kanûnê performansa dansê ya Hussein Simko wê hebe. Saet 16´an jî kurtefilmên komuna Filman a Rojava wê bên nîşandan: “Zilan Kobane”, “Deng”, “Derwêş“. Saet 16:40´î derhênerên Komuna Filmana a Rojava wê di ser Skypeê re bersivê bidin pirsên mêvanên festîvalê. Saet 17:30´î jî bi nîşandana filma “Commandante Arian” ya derhêner Alba Sotorra, festîval wê bi dawî bibe.

 

NEWYORK